Jibîr neke

Bawer Can tarafından seslendirilen Jibîr neke parçasının Kürtçe sözleri…


KÜRTÇE SÖZLERİ

Sal û demsal derbas dibin
Dem diçe can xelas dibe
Awêneya te paşeroj
Pêşerojê xwiya dike

Jibîr neke jibîr neke
Evîna me jibîr neke
Jibîr neke jibîr neke
Dilê şikestî Nacebire

Me tengbûn, şahî derbas kir
Me jiyan bihevra par kir
Wan Bekoyan fesadî kir
Destê me ji hev qetandin

Jibîr neke jibîr neke
Evîna me jibîr neke
Jibîr neke jibîr neke
Dilê şikestî Nacebire

Jibîr neke!
Min bi neynûkan navê te nivîsî bû Li ser çiyayê Mêrdînê
Kevir û Dar şahidên min in
Çawa ku xwîn pijiqîbû di ber neynûkên min de
Jibîr neke!
Min li ser Sûra Amedê evîna me bangewaz kiribû!
Evîna me ji Dêrsim, Mahabad, Hewlêr û heyanî Qamişlo bihîstibûn,
Min bi destên tazî rahiştibû agirê evînê,
Min xwe li sînorên bi mayîn xistibû
Ger laşê min parîparî bibûya
Te çi zû wana jibîr kir?
Jibîr neke! Jibîr neke! Jibîr neke!…


TÜRKÇE ÇEVİRİSİ

Şarkının çevirisi henüz eklenmedi. Şarkı çevirisinde katkıda bulunmak isterseniz aşağıda yer alan yorum kısmını kullanabilirsiniz.

Gotin & Muzîk: Bawer Can

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir